Rêveberiya Xweser 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê 8’ê Adarê pîroz kir û got:
Têkoşîn û berxwedana jinan ji bo pêkanîna aştî, demokratî û nirxên azadiyê girîng in.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê di daxuyaniyê de weha got:

8’ê Adarê têkoşîna jina afrîner a dîrokê îfade dike.

Jin di dirêjahiya salan de ji bo avakirina civakeke kolektîv û rakirina zilma li ser jinan têkoşiye.

Veguhestina vê rojê wekî wesîleya têkoşîna domdar di her roj û her kêliyekê de ji gavên girîng ên jinan e.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro, bi têkoşîna xwe ya li hemberî hemû cûre zilm gavên mezin avêtin e.

Hebûna jin, têkoşîn û berxwedana wê ji bo pêkanîna aştî, demokrasî, nirxên azadiyê pir girîng e, ku dê ji tevahî jinên Sûriyê, jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinên cîhanê re bibe mîras.

Rêveberiya Xweser dawiyê bang li jinan kir ku têkoşîna xwe geştir bikin mafên xwe biparêzin, di her qadan de xwe bi rêxistin bikin û bi hev re şoreşa jinê biparêzin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8’ê Adarê pîroz kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got:

Em hemû cûre zilm û bindestî red dikin, emê heta pêkanîna azadî û aştiyê têkoşînê bidomînin.

Meclisa Jinan banga çareserkirina aloziya Sûriyê û domandina têkoşînê, parastina destkeftiyên jinan kir.

Back to top button