Husiyên Yemenê banga agirbesta DYA ji bo welat red kir

Li Yemena ku ji nîva welatiyên wê zêdetir pêwistiya wan bi alîkariyê heye, hêzên deshilat dest ji berjewendiyên xwe bernadin.

Husiyên ku piştevaniya xwe ji Îranê digrin, plana DYA ya agirbestê redkir. Husiyan anî ziman ku “ev plan wê welat ber bi rewşeke hîn metirsîdar ve bibe û komploye.”

Artêşa Yemenê jî li dijî sê herêmên bakur rojavayê welat dest bi oparaysonê kir.

Li Yemena ku jiyan lê teviziye, li cihê agirbest û fikirandina bi rewşa welatiyan peyamên xurtkirina şer têne dayîn.

Li gorî televsiona El-Mesira ya Husiyan, Berdevkê Husiyan Mihemed Ebdulselam pêşniyara Amerîka ya agirbestê red kiriye.

Mihemed Ebdulselam diyar kir ku plana Nunera DYA tabeyet bi Yemenê Timothy Lenderking eşkere kirî heman planên ku beriya niha hatine kirin û tiştek nû nagire nava xwe.

Ebdulselam bi domdarî wiha got:

Ya ku DYA pêşkêş kirî wê Yemenê bêxe rewşeke ji ya niha xerabtir. Tiştek ku şer bidawî bike û dorpêçê rake tuneye. Ger di rakirina dorpêç û bi awayekî berbiçav dawî li êrîş û dorpêçê anîban me wê ev biryar bi keyfxweşî pêşwazî kiriban.

Nunera DYA tabeyet bi Yemenê Lenderking 22 Sibatê bi armanca çareseriya krîza li Yemenê dest bi gereke danustandinan ya li Kendavê ku heta 3 Adarê kiribû.

Artêşa Yemenê li dijî 3 herêmên li Bakur-Rojavayê welat dest bi oparasyonê kir

Di vê navberê de, artêşa Yemenê jî li dijî herêmên Hajjah, Şabaka û Kadaha yên di bin kontrola Husiyan de ne dest bi oparasyonê kir.

Ev der herêma Hajjah e ku artêşa Yemenê ji bo oparasyonê amadekariyên xwe yên dawî dike.

Leşkerekî artêşê dibêje, wanbi destura xuda herêma Şabaka û Kadaha û bajarokê Funduq ji dagirkeriyê paqij kiriye.

Dijmin bi temamî hate têkbirin û her tişt bi dawî bû.

Niha jî em berê xwe didin Bidah û nêzî wê ne.

Di nava şerê li welat de ziyana herî mezin careke din li sivîlan dibe.

Li gorî daneyên NY pêwistiya 16 milyon kesî bi alîkariyê heye.

Back to top button