Emer Parsû: Iraq wê bi gef û êrîşan nikaribe encamê bigire

Berxwedana civaka Êzidî a li dijî plana dagirkirina Şengalê dewam dike.
Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca piştgiriya Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 103’an de ye.

Berxwedana Êzidiyan a ku li dijî peymana dagirkirina Şenalê di 2’ê Kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, di roja 103’an de didome.

Hevserokê Komelgeha Guhbel Emer Parsû diyarkir ku dixwazin bi destê Iraqê êrişî Êzidyan bikin û got; “Emê dev ji îradeya xwe bernedin.”

Emer Parsû got,

“Dewleta Iraqê wê nekaribe bi êriş û zextan Êzidiyan bê îrade bike û bitirsîne. Wê Iraq bi gef û êrişên xwe yên bi destê dewleta Tirk û rêveberiya Başûrê Kurdistanê, nekaribe bigihe encamekê. Ji ber ku gelê Êzidî bi fikrê Rêber Apo xwe rêxistin kiriye û wê heya dawî jî dev ji îradeya xwe bernade.”

Çalakiya ku bi dirûşmeya “em hemû asayiş in” tê kirin her roj bi komek nû tê meşandin. Her wiha bi sedan kes serdana çadira berxwedanê dikin û piştigiriyê didin.

Back to top button