Di Hezîranê de wê hilbijartina 13. a serokkomariya Îranê pêk were

Di Hezîranê de wê hilbijartina 13. a serokkomariya Îranê pêk were. Cara yekê ye Îran qebûl dike ku leşker beşdarî hilbijartinan bibin, lê bi şertê ku ji saziya leşkerî îstifa bikin.

Berdevkê Meclisa Sazbendiya Destûrê ya Îranê Abas Kedxayî ragihand ku ew qebûl dikin leşker beşdarî hilbijartinan bibin.

Bi vê yekê rê li pêş fermandarên Artêşa Pasdaran a Îranê vedibe ku bikevin pêşbirka hilbijartinên serokatiya komarê ku tê payîn di Hezîrana bê de pêk bên.

Ajansa Tesnîm a girêdayî Pasdarên Îranê li ser zimanê Kedxayî da zanîn:

Yên ku berê di saziya leşkerî de kar kirine, dikarin beşdarî hilbijartinên serokatiyê yên bê bibin.

Di destûrê de ti madeyeke ku hibijartina wan qedexe bike, nîn e.

Rayedarê Îranê teqez kir ku beriya ku beşdarî hilbijartinan bibin, divê leşker ji saziya leşkerî îstîfa bikin.

Li Îranê amadekariyên pêkanîna hilbijartina 13. a serokatiyê ku tê payîn 18`ê Hezîrana 2021`an pêk bên, tên kirin.

Back to top button