Bazarên stomeniyê yên Cerablus û Babê bi moşekan hatin hedefkirin

Hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsya moşek avêtin bazar û stasyonên sotemeniyê yên li gundewarê Cerablus û Babê yên dagirkirî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li dijî bazara Hemran a sotemeniyê ya nêzî dergehê li gundewarê Cerablusê êrişa bi moşkan pêk hat ku jêdera wê nehat naskirin.

SOHR’ê diyar kir ku ji ber êrişê hejmareke karmendên veguhestina petrolê birîndar bûn, her wiha şewateke mezin bi tenkeran çêbû.

Li gorî SOHR’ê, bazara sotemeniyê ya li gundê Terxîn ê herêma Babê jî bi moşekan hate hedefkirin, di encamê de şewat çêbû.

Back to top button