Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Ocalan ji ber van îdiayên derbarê jiyana Rêber Apo de bi awayekî lezgîn ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin.
Birayê Rêber APO Mihemed Ocalan jî diyar kir ku ew bi fikar in û got, “her tişteke ku biqewime dewlet berpirsiyar e.”
KCDK-Ewropa û TJK-Ewropa jî bang li gelê Kurd kirin ku her cihê ku lê ne dakevin qadan.

Têkildarî îdayên derbarê jiyana Rêber Apo de parêzerên buroya huquqê ya sedsalê ji bo hevdîtina lezgîn a bi mûvekîlê xwe re serî li dozgeriya Bursayê û Wezareta Edaletê dan.

Mihemed Ocalan: Em bi fikarin, divê bi awayekî lezgîn hevdîtin pêk were

Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan jî têkildarî îdiayên tên parvekirin anî ziman ku nêzî salekê ye ji kekê xwe agahî wernegirtiye û got:

Ev îdîaya herî dawî em û malbat xistiye nava fikarên cidî û mezin. Lewma em dixwazin yekser û tavilê hevdîtinê bikin. Her tiştekî biqewime berpirsiyar dewlet e.

KCDK-E: Divê gelê me li her derê ji bo Rêber Apo dakeve qadan

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên-Ewropyaê KCDK-E’yê JÎ destnîşan kir ku îdîayên li ser jiyana Rêber Apo Ocalan fikarên wan zêde kirine û bang li gelê Kurd û dostan kir ku bi lezgînî dakevin qadan, çalakiyan bikin.

Tevgera Jinên Kurd yên li Ewropayê TJK-E jî bang li gelê kurd kir ku heta ku li Îmraliyê hevdîtin pêk were, em li qadan bin.

14 baroyên bakûrê Kurdistanê banga ji holê rakirina tecrîdê kir

Li aliyê girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bi koma 22’yemîn, di roja 109’emîn de çalakiyên xwe ya greva birçîbûnê dewam dikin.

Her wiha 14 baroyên Bakûrê Kuristanê ji bo dawîanîna tecrîdê, daxuyaniyek dan û bang li rayedarên Tirkiyê kirin beriya ku di zîndanan de encamên neyînî rû bide daxwazên girtiyan bi cih bînin.

Back to top button