KCDK-E û TJK-E’yê li ser hevdîtina bi Rêber Ocalan re ku hat birîn daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo Rêber Apo ew ê li her derê li ser pêyan bin.
KCDK-E û TJK-E’yê anî ziman ku rêber Ocalan siberoja milyonan mirovî ye, tecrîdkirina wî jî tecrîdkirina nasnameya Kurdan e.
Herdu aliyan da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan ji bo wan xeta sor e û got,
”Divê Erdogan ê faşîst zanibe ku em vê rewşê ti carî qebûl nekin, em ê ji bo rêber Apo qiyametê rakin, em ê li her derê li ser pêya bin”.
KCDK-E û TJK-E’yê bang kir ku ji bo wergirtina agahiyan ji rêber Ocalan, divê gelê Kurd li her derê dakeve qadan.



