YE: Divê rejîma Esed tev li guftûgoyên li jêr serpereştiya NY bibe

YE hişyarî da rejîma Esed ku biryarine diyar der barê bidawîkirina çewisandina gelê Sûriyê de bigire. 

Komîserê bilind ê karûbarên derve û ewlehiya YE Josep Borrell di hevpeyivîna xwe ya digel Rojnameya Şerq El-Ewsetê de got:

Divê rejîma Esed tevli guftûgoyên li jêr serpereştiya NY bibe, da biryara navdewletî ya jimar 2254’an pêk bîne.

Borrell li ser hilbijartinên serokatiyê yên 17 Tîrmehê jî anî ziman ku, eger hilbijartin pêk werin, divê li gorî heman biryarê bin.

Wezîrê Ewropî her wiha teqez kir, rejîma Esed di beşdarbûna guftûgoyan de têk çû. Ji ber vê yekê hilbijartinên serokatiyê wê ji bo asakirina têkiliyan digel wê bêencam bimînin.

Li ser vê yekê, Borrell dibîne ku divê civaka navdewletî, ji asakirina têkiliyan dûr be.

Borrell bang li hikûmeta Şamê kir ku biryareke diyar ji bo guhartina reftarê xwe, her wiha guhartina şêwazê danûstandina xwe ya digel hemû welatên cîhanê, bistîne.

Back to top button