Li Myanmarê jimara xwepêşandêrên ji aliyê artêşa darbekar ve hatine kuştin gihişt 701’an

Li Myanmarê, ji darbeya leşkerî ya ji meha Sibatê û vir ve çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin.
Artêşa darbekar jî li dijî sivîlan tundî zêde kiriye.
Heta niha zêdeyî 700 sivîl hatine kuştin.
Li Eyaleta Shanê Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Ta’angê (TNLA) li dijî qereqolekê çalakî li dar xist û 10 polîs hatin kuştin.

Dijberên darbeya leşkerî li gel komkujiyan jî roja Yekşemê ji nû ve daketin qadan.

Li bajarê Mandalayê ku duyemîn bajarê herî mezin ê welêt e, li pêşiya şaxê bingehîn ê bankaya Myawaddy a artêşê bombe teqiya.

Li gorî medya xwecihî, di encama teqînê de parêzvanek birîndar bû.

Li gorî Komeleya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re ji 1’ê Sibatê dema destpêkirina darbeya leşkerî û vir ve 701 kes di dema çalakiyan de hatin kuştin.

Darbekar jî dibêjin ku tenê 248 kes hatine kuştin.

Komeleyê diyar kir ku roja Şemiyê li bajarê Bagoyê 82 dijberên darbeyê hatin kuştin.

Buroya Myanmarê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew rewşa li Bagoyê dişopînin û got,

“Em ji hêzên ewlekariyê dixwazin ku ji bo dermankirina birîndaran rê bidin tîmên tenduristiyê.”

Li hemû platformên înternetê bang li gel hate kirin ku li tevahiya welêt piştî ku roj çû ava bi meşaleyan dakevin qadan.

Bûyerên tundiyê di nava beşek ji 20 pêkhateyên etnîkî yên çekdar de jî bû sedema hêrsê.

Li Eyaleta Shanê Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Ta’angê (TNLA) li dijî qereqolekê çalakî li dar xist.

Li gorî medya xwecihî di vê çalakiyê de 10 polîs hatin kuştin û qereqol hate şewitandin.

Artêşa Myanmarê jî bi êrişa hewayî bersiv da vê yekê.

TNLA’yê ragihand ku di êrişa hewayî de şervanekî wan hate kuştin.

Li paytexta Eyaleta Karenê ya li başûr-rojhilatê welêt li Hpa-anê di şerê bi hêzên ewlekariyê re 2 kes mirin, kesek jî birîndar bû.

Back to top button