Ji duh ve êrîşên li ser gundên Efrîn û Şehbayê ranewestiyane û 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin birîndarkirin.
Navçeya Şera vê sibehê bû armanca êrîşên dagirkeriyê û gundê Şiwarxe û keleha wê bi giranî hatin topbarankirin.
Derdora saet 10 jî, artêşa dagirker ber topên xwe veguherand gundê Minxe yê Şehbayê û li wir 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.