Corona…Li gel mirina 5 kesan 199 kesên din nexweş ketin

Pêla sêyemîn a vîrusa Coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî zêde belav dibe. Herî dawî 199 kesên din bi Coronayê ketin û 5 kes jî mirin.

Roj bi rojê hejmareke zêde ya pêketiyên vîrûsa corona li herêmê tê ragihandin.

Herî dawî îro Desteya Tunduristiya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêketina 199 kesên din û mirina 5 kesan ragihand.

Desteyê diyar kir ku 8 nexweş ji vîrûsê rehet bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 13 hezar û 203 kes bi Koronayê ketine, ji wan 442 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 407 kes baş bûne.

Li Dirbêsiyê ji bo çêkirina testên Corona navendek hat vekirin

Li gel vê jî li pêş Nexweşxaneya Şehîd Xebat a Dirbêsiyê navendek hat vekirin, da ku kesên gumanên nexweşiya Corona li ser wan hebin, testan çêbike.

Hevseroka Nexweşxaneya Şehîd Xebat Ferhan a navçeyê Ezîze Mihemed got wan navendeke taybet ji bo testa vîrusa koronayê vekiriye û bang li şêniyan kir ku li gorî biryarên qedexeya giştî tev bigerin, dûrî hev bikevin û xwe ji vîrusa Coronayê biparêzin.

Rêveberiya nexweşxaneya Tebqayê: Nexweşxane nehatiye girtin

Li aliyê din çend rojên dawî de li ser hin malperên civakî hat parvekirin ku nexweşxaneya wetenî ya Tebqayê ji ber pêketina kadroyên wê bi vîrusa coronayê hatiye girtin.

Endamê rêveber ê nexweşxaneyê Elaa Osman ev îdia derewandin û piştrast kir ku nexweşxane, nexweşan pêşwazî dike.

Pisporê anesteziyê yê nexweşxaneyê Muhened El-Casim jî da xuyakirin ku beşa karantînayê a li nexweşxaneyê eleqedariya pêwîst ji nexweşan re pêşkêş dike.

El-Casim got rêveberiya nexweşxaneyê tevahiya tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusê girtin e.

Back to top button