Ji dewleta Tirk a dagirker derbarê parlementer ango kesên bi vîna gel hatine hilbijartin gilîname amadekirin, bûye mina binçavkirin û girtinan.Duh jî derbarê 20 parlementerên HDP’ê û CHP’ê de 22 gilînameyên nû hatin amadekirin û şandin meclîsê.
10 gilîname ji bo HDP’ê û 10 jî ji bo yên CHP’ê bi giştî derbarê 22 perlementeran de gilîname hatin amadekirin.
Li nûçeya Yenî Akit’ê bi ideaya parlementeran ” heqaret li Serokwezir kiriye” “li hember gel kîn û dijminatî avakirin e”,” bêbextî” peyamên nivîskî û ditbarî belavkirinê de,” hat xwestin ku parlementeriya wan were rakirin û bên darezandin.
14 Nisanê roja çarşemê, serokê CHP’ê Kemal Kılıçdaroğlu jî di nav de derbarê 8 parlementerên CHP’ê û 2 yên HDP’ê de bi giştî 10 gilîname pêşkêşî meclîsê kiribûn.