Li herêma Idlibê, artêşa dewleta Tirk a dagirker, dest bi avakirina nuqteyeke nû kiriye.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Tirk vê sibehê li gundê EL-Ziyadiyê li navçeya Ciser El-Şixûr ê Idlibê, dest bi avakirina nuqteyeke leşkerî nû kiriye.
Çavdêriyê bibîrxist ku dagirkeriya Tirk di dawiya meha Çile de jî, li navçeya Qestûn li Sehil EL-Xab ê Hamayê nuqteyek din avakiribû.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, bi avakirina van her du nuqteyan re, jimara nuqteyên dewleta Tirk li herêma Idlibê digihêje, 64’an.