Awûstûrya ji ber tecrîda li ser Rêbertî bi fikar e

Awûstûrya bersiv da pirsa derbarê tecrîda li ser Rêber APO û giringiya tespîtên rapora CPT û biryarên DMM’yê destnîşan kir.

Ev bersiv, piştî Wekîlên Partiya Demokratên Sosyal (SPO) ji Wezîrê Karê Derve yê Awûstûrya Alexander Schallenberg pirsî “bê ka helwesta hikûmetê ya derheqê tecrîd de çi ye”, hat.

Di bersiva wezareta de, hate gotin ew ji ber binpêkirina mafan a li Tirkiyê bi fikar in, ji ber vê dixwazin diyalogên YE’ yên bi Tirkiyê re bên rawestandin.

Derbarê Tecrîdê de, hate diyarkirin ku, Awûstûrya bi asta Komîteya Wezîran a Ewropayê xwetsiye ku hemû raporên CPT yên ji 2016’an ên li ser Tirkiyê werin weşandin.

Wezareta Awûstûryayî got:

Divê Tirkiye hemû biryarên Konseya Ewropayê, her wekî biryara DMME’yê ya li ser Demîrtaş jî demildest bi cih bîne.

Back to top button