NPG: Em naxwazin tenê parastinê bikin em ê dawiya Enqereyê bînin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê peyamek weşand. NPG’ê diyar kir ku eger dewleta Tirk li Zap, Metîna û Avaşînê encamê negire wê ev yek bibe têkçûna Enqereyê. NPG’ê bang li hemû Kurdan kir ku bi rihê netewî xwedî li berxwedana gerîla derkevin.

Fermandariya NPG’ê da zanîn, encama berxwedana gerilayên azadiyê ya 4 rojan ku dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk hatiye nîşandan, dibe ku bibe hîmê serfiraziyeke mezin.

Fermandariyê diyar kir ku ew naxwazin di vî şerî de tenê parastinê bikin, dixwazin dijmin têk bibin û serketinê misoger bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) ji bo gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê peyamek weşand.

Di peyamê de, hat diyarkirin ku ew li benda êrîşên dewleta Tirk bûn û wê di navbera wan û dijmin de, di asta herî bilind de bibe qada hesabpirsînê.

Fermandariyê bal kişand, eger dewleta Tirk di vî şerî de encamê negire, wê rejîma faşist bi temamî hilweşe.

Fermandariyê got:

“Di vê astê de, ji bo wan ev mijareke girîng e. Rastiyeke wiha heye.

Ji bo rejîma AKP-MHP’ê sala 2021’ê, yanî şerê îsal şerê man û nemanê ye.

Eger bi ser bikevin wê bimînin, eger têk çûn wê tûne bibin.”

Fermadariyê diyar kir ku dewleta Tirk 4 rojên dawî de derbên giran ji gêrîlayê azadiyê xwariye. Gerîla ji her demê bêhtir amade ye, koordîneya giştî ya operasyona Gare Albay Necmî jî hatiye kuştin.

Fermandariya NPG’ê di dawî de bang li hemû Kurdan kir ku bi rengê neteweyî ew li dijî vê dagirkeriya dewleta Tirk rabin û berxwedaneke neteweyî bikin.

Back to top button