Li Îsraîlê bi dehan kes di şahiyeke olî de jiyana xwe ji dest da

Li çiyayê Mîronê yê nêzî bajarê Sefedê yê Israîlê, bi dehan kes di şahiyeke olî de jiyana xwe ji dest da.

Bawermendên cihû di dema herikîna ber bi gora haxam  Şim’on Bar Yûhayî de, nêzî 44 kesan ji ber hevtêvedanê jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 150 jî birîndar bûn.

Artêşa Iaraîlî 6 helîkopter şandin, da birîndaran veguhêzin nexweşxaneyên bajarê Sefed û Nehareyayê.

Li gorî agahiyan, destpêkê hate ragihandin ku ev bûyer ji ber ketina pêpelûkan bi ser bawermendan de rû daye, lê piştre hate gotin ku, ji ber hevtêvedanê mirine.

Tevahiya cihûyan bi boneya cejina  Lax Biomer, her sal berî didin gora  Şim’on Bar Yûhayî.

Tê zanîn ji destpêka belavbûna vîrûsa Coronayê de, cara yekem e cihû bi vê jimarê li hev kom dibin.

Back to top button