YJA Star: Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber dagirkeriyê rabin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin û rê nedin dagirkeriyê.
YJA STARê artêşa Tirk a dagirker li Zap, Metîna û Avaşînê bi rengekî dîrokî têk diçe û got, “em ê li ber xwe bidin û bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Fermandariyê destnîşan kir ku artêşa Tirk hîn jî têkçûn û şoqa serketina Garê ji ser xwe navêtiye, niha jî li Zap, Metîna û Avaşînê bi rengekî dîrokî têk diçe.

Fermandariyê her wiha teqez kir ku li Kurdistanê niha şerê man û nemanê diqewime, Hêzên Gerîla baş pê zanin ku ev operasyon operasyoneke ne ji rêzê û ya qirkirina Kurdan e.

Em gerîlayên YJA Star û HPG’ê ji kevneşopiyeke welê tên ku li şûna koletî û bêîradetiya dijmin ferz dike qebûl bikin, mirinê tercîh dikin. Ji lutkeyên Zapê ku weke artêşa jinê me rehên xwe berdane nav, heta Metîna û çiyayên Cilo, em ji şehîdên xwe fêrî jiyana azad, birûmet, berxwedan û lehengiyê bûn.

YJA Star: Divê her çiya û bajarên Kurdistanê veguherin qada şer

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê got wê fermandar û şervanê wê bi bawerî û coşeke mezin li ber vî şerê tunekirinê, rabin.

Emê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, ti carî dest ji berxwedana li dijî van operasyonên dagirkeriyê bernedin, em ê şer bikin û li vê xaka xwe rê nedin dagirkeriyê.

Ji bo me soz rûmet e û em ê nehêlin rûmeta me bê binpêkirin. Dijmin çi dike bila bike wê nikaribe me ji rêya me vegerîne. Divê her çiya, bajar,kolanên Kurdistanê veguherin qada şer.

Divê Kurdistan li faşîzmê bibe goristan, dagirker divê li çalên ku kolane bifetisin.

Back to top button