SOHR: 2 çeteyên dewleta Tirk li ser destê hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Li gundewarên Idlibê, 2 çeteyên dewleta Tirk li ser destê hêzên hikumeta Şamê, hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê êrîşî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk a li bajarokê El-Bara ya Idlibê kir, di encamê de çeteyek hat kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku heman hêzê li eniyên gundê Afis yê bakurê bajarok Seraqibê jî çeteyek kuşt.

Li gorî navendê, piştî van êrîşan çeteyan jî xalên hêzên hikumetê yên li Cebel El-Ekrad a li Laziqiyê bi mûşekan armanc kirin.

Back to top button