Li herêmên dagirkerî rêjeya xwekuştina zarokan ji sedî 86 e

Rêxistina Parastina Zarokan bi rapoprekê ragihand ku rêjeya xwekuştinê zarokên li herêmêm dagirkirî ji sedî 86 derbas kiriye

Rêxistina Parastina Zarokan “Save the Children” diyar kir ku pêşeroja zarokên Sûrî û bi teyabet yên ku bakur-rojavayê wê di ber windahiyeke mezin diçe û ev jî li rewşên zehmet yên di nav de dijîn vedigere.

Li gorî rapora herî nû ya rêxistinê rêjeya herî bilind ya xwekuştina zarokan li herêmên di bin dagirerkiya Tirkiyê û çeteyên wê de ye û ev rêje 86 ji sedî derbas kiriye.

Rêxistinê da zanîn ku derdora 42 zarok ku temenê wan 15 sal derbas nekirye hewl dane xwe bikujin û herî dawî zarokek 14 salî li kampeke koçberan li Hemayê xwekuşt.

Berpirsên di warê Tenduristiya derûnî de jî, bi raporeke eşkere kribûn ku li herêma Idlibê derdora 15 ji sedî fikirên xwekuştinê di nava zarokan de heye.

Back to top button