QSD’ê şehîdên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr anîn

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, hemû rojnamegerên ku di oxira ragihandina berxwedana li dijî DAIŞ û êrişên dewleta Tirk de canê xwe dane, bi bîr anîn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ” Bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê em fedekariyên ku rojnamevanên Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk, YPJ, YPG û dezgehên din dane da ku rastiya şerê li dijî DAIŞ, sûcên Tirkiyê û çekdarên wê yên li herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji raya giştî re ragihînin, bi bîr tînin.

Rojnamevanên ragihandina şer ên ku alîkarî dane tevahî şandeyên rojnamevanan da ku erka xwe ya rojnamegeriyê li herêmên me pêk bînin, roleke aktîv lîstin da ku agahiyên rast ji herêmên herî xeternak ên şerê li dijî DAIŞ’ê yên li Sûriyê bi dest bixin.”

Back to top button