KNK’ê ji bo yekhelwestiya partiyên Kurdî komxebatekê li dar dixe

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK li dijî êrîşên dagirker ên Tirk 15’ê Gulanê ji bo yekhelwestiya hêzên kurdî wê komxebatekê organîze bike.

KNK’ê ragihand êrîşên Tirk ne tenê li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê HPG-YJA Starê ne, armanc ji êrîşên Tirk dagirkirina Başûrê Kurdisanê ye.

KNK’ê balkişand li ser dîroka destpêkirina êrîşan û got;

“Êrîş di salvegera komkujiya Ermenan pêk hat, ev yek jî peyamek eşkere ye ji bo kurdan.”

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar têkilî komxebatê anî ziman Armanca wan ji konferansê ew e ku raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê li dijî van êrîşên hişyar bikin.

KNK’ê ji bo beşdariya konferansê bang li hemû partiyên kurdî kir ku beşdar bibin.

Partiyên Rojavayê Kurdistanê bersiv da banga KNK’ê

Nûnerên Partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bersiv dan banga KNK’ê ya ji bo beşdariya Konferansa û diyar kirin kû ewê tevlî konferansê bibin.

Têkildarî vê mijarê Nûnerên partiyan ku ji ANHA re axivîn, gotin wan banga KNK’ê bi erênî pêşwazî kiriye.

Back to top button