Amedê..Li dijî balafirgeha şer bi dronan êrîş pêk hat

Şevê din li Amedê li dijî balafirgeha leşkerî ya balafirên şer bi dronan êrîşek pêk hat.

Li 8’emîn Baregeha Jet a Bingehîn a Amedê şeva borî saet 00.30’an êrîşek bi dronan çêbû.

Piştî buyerê, liv û tevgereke zêde li bajêr diyar bû û gelek ambûlans û tîmên polîsan ber bi cihê êrîşê ve çûn.

Ji ber xurtbûna êrîşê, li her devera bajêr deng hat bihîstin.

Wezîrê Karê Hundirîn ê Tirkiyê Silêman Suylu yekser li ser hesabê xwe yê tiwitterê ev yek piştrast kir û diyar ku bi rêya 2 dronan êrîş pêk hatiye.

Heta niha der barê encama êrîşê de ti agahî nehatine biparvekirin û ji tu aliyan ti daxuyanî jî nehatiye.

Back to top button