Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 91 kesên din bi Coronayê ketin, 3 jî mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 seatên dawî de 3 kes ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir kesên jiyana xwe ji dest dan 2 jin û mêrek e.

Mistefa destnîşan kir ku 47 mêr, 44 jin di nav de 91 kes bi Corona ketine û 2 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 179 kes bi Coronayê ketine, 705 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 757 kes baş bûne.

Back to top button