Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê Sûad Hiso diyar kir ku demografiya gundên Êzidiyan ên li Efrîna dagirkirî, tê guhertin û ew rastî qirkirina etnîkî tên.
Sûad bang li rêxistiên têkildarî mafên olan ên cîhanî kir ku, yekser destwerdanê bike.
Ev çar sal in, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên resen û bi taybetî jî li dijî Êzidiyan dewam dike.
Li 22 gundên êzidiyan ên li navçeyên Efrîna dagirkirî, siyaseta guhertina demografiyê û qirkirinê tê meşandin.
Dagirkeriya Tirk bi rêya rêxistinên ji welatên Kendavê avahiyên mêtîngeriyê li gundên Êzidiyan ava dike, da ku malbatên çeteyên xwe lê bi cih bike.
Hevseroka Yekîtiya Êzidiyan a kantona Efrînê Sûad Hiso ev kirin tev şermezar kir.
Sûad Hiso diyar kir ku ev kirin hewldanên qirkirina Êzidiyan e.
Sûad Hiso: Weke Şengalê jinên li Efrînê jî êşa herî mezin dikişînin
Sûad bi bîr xist ku nêzî 3 hezar malbatên êzidî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, rastî sûc û binpêkirinên herî hov tên.
Sûad eşkere jî kir ku jinên Êzidî para herî mezin ji sûcan girtine.
Sûad Hiso: Bila rêxistinên mafên mirovan destwerdanê bikin
Sûad destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hevkariya hikumeta Bexda û Başûrê Kurdistanê hewl didin Şengalê dagir bikin, da ku wê jî veguherînin weke Efrînê û demografiya wê biguherînin.
Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Sûad Hiso bang li rêxistinên mirovî, navneteweyî û rêxistiên têkildarî mafên olan ên cîhanî kir ku, yekser destwerdanê bikin û dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê rawestîne.