Çalakiya Strasburgê ya li dijî faşîzm û tecrîdê 2 hefte li peyxwe hişt

Li bajarê Strasboûrg a Fransayê çalakiya li dijî tecrîd û êrîşên li ser başêrên Kurdistanê hatibû destpêkirin 2 hefte li pey xwe hişt.

12’ê Gulanê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa-TJK-E û Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ên Ewropa KCDK-E, di çarçoveya pêngava”Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye; dem dema azadiyê ye’
dabûn destpêkirin.

Çalakî ku bi beşdariya Kurdistaniyan pêkhat bi biryardarî di heftya xwe ya 2’emîn de didome.

Her wiha li heman qadê çalakiya Nobeda Azadiyê li dijî tecrîdê, ku ev 2 sale li ber avahiyên Ewropa bi beşdariya 78 saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyê destpêkiriye, ew jî dewam dike.

Kurdên ku li Ewrop dijîn tevlî çalakiyê navborî bûn, bêdengiya li hember tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di dawiyê de beşdarvanên çalakiyan bang li gelê kurd kir ku li dijî faşîzmê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Back to top button