Weqfa Jina Azad a Sûrî..Li gundê Girbawî semînerek di çarçoveya pêngava xwe de, da

Weqfa Jina Azad a Sûrî di çarçoveya pêngava hişyarkirina civakê ji xeteriyan ku dabû despêkirin, semînerek li gundê Girbawî ya Kantona Qamişlo da.

Weqfa Jina Azad a Sûrî dest bi çalakiyên pêngava xwe ya ji bo hişyarkirina civakê di aliyê tenduristî bi navê “Corona ji nû ve xwe nû dike”û beşa wê ya din di aliyê zanistî de bi navê “Jin û malbat” de kir.

Çalakiye yekem a pêngavê semîner li gundê Girbawî a Kantona Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûrî hate dayîn.

Semîner li navenda Kongra Star a gund bi tevlîbûna bi dehan kesî pêk hat.

Endama Weqfa Jina Azad a Sûrî Hesîna Mihemed îşaret bi jiyana jinan di nava civak û malbatê de anî ziman ku

Dema em hemû jin destê xwe bdidin hevdu û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin, wê demê em dikarin bi rengekî wekhev û azad bijîn.”

Rêveberiya beşa tenduristiyê ya Weqfa Jina Azad Melîke Hesaf jî der barê xweparastina civakê ji vîrûsa Coronayê nixandin kir.

Melîke da zanîn ku pêwsît e her kes li paqijiya kesayet, mal, kolan û bajarê xwe baldar be û ji vîrûsê xwe biparêzin.

Rêveberiya Kongra Star a gundê Gurbawî Fadiye Cîhad bal kişand ser girîngiya dayina semîneran ji bo hişyarkirina civakê û anî ziman ku di nava aloziya ku niha herêm tê re derbas dibe, pir caran civaka me ji rewşên sereke û xeter ne baldar in, ji bo wê pêwîst e her em di nava hişyariyê de bin.

Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Back to top button