Di êrîşeke li ser gundekî Burkîna Faso de, bi kêmanî 138 sivîl hatin kuştin.
Êrîşkaran gundê Solhanê kirin hedef ku gund bi ser bajarê Yaghayê ve ye û li ser sînorê Nîjerê dimîne.
Li gorî saloxdariyên hikûmetê êrîşkaran gundî kuştin, mal û cihê bazarê dane ber êgir.
Hikûmetê êriş bi terorî binavkir, lê heta niha ti komê ev komkujî li xwe negirtiye.
Li herêma Sahelê ji serê salê û wir ve komên cîhadî yên radîkal ên bi ser El Qaîde û DAIŞ’ê ve êrîşan tînin.
Navendên sereke yên di hedefa çeteyên El Qaîde û DAIŞ’ê de, Burkîna Faso, Malî û Nîjerin.
Berdêla giran sivîl didin.
Piştî komkujiya li Burkîna Fasoyê şîna netewî ji bo 72 saetan hate ragihandin.
Bi êrîşa komên çete yên ku bi ‘çetetiyê têne binavkirin, ji sala 2015’an û wir ve li Burkîna Fasoyê zêdetirî 1400 kesî hatine kuştin, ji milyonekê zêdetir mirov ji bêgavî şûnwarên xwe berdan.