Dagirkeriya Tirk bi desteka Qeter û Kuwêtê, li Efrînê guhartina demografiyê berdewam dike.
Bi rêya hin projeyan êzîdiyan bi zorê dikin misilman û malbatên çeteyên xwe li mêtingehan bi cih dikin.
Lê ya balkêş, ala Misirê li Efrîna dagirkerikirî hatiye rakirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi desteka Qeter û Kuwêtê, li Efrînê guhertina demografiyê berdewa dike.
Dewleta dagirker, bi navê projeya “Nûr El-Huda” li gundên êzidiyan û gundên din mizgeftan ava dike û şêniyên bi zorê dikin, misilman.
Li gorî ajansa Nûçeyan ANHA’yê:
Komeleya “Destên Spî” ango (El-Eyadî El-Beyda) girêdayî dewlet Tirk e, Kuwêt û Qeterê destekê didê.
Ev komele li gundên Qitmê yê êzidiyan, Qestela Kişik, Etmana, Qurbê û Til Hemo yên Efrînê mizgeftan ava dike.
Komeleya Navneteweyî ya Geşedan û Pêşketinê ew jî bi destekdayîna Kuwêt, Qeter û filistîniyan û bi pêkanîna komeleya Destên Spî (El-Eyadî El-Beyda) projeya mêtingehan li gundê Şadêrê yê êzidiyan ku bi navê Besma tê naskirin, dewam dike.
Armanc jê, ew e ku malbatên çeteyan ku dewleta Tirk ji herêmên cuda yên Sûriyê anîne, li gundên navborî bi cih bike.
Her wiha, Komeleya El-Eyadî El-Beyda bi piştgirî û fînansekirina Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Îslamî ya dewleta Kuwêtê ji bo xwendina Quranê, navendan ava dikin.
Ev navend li navçeyên Şera û Cindirêsê û gundê Şorbe û navenda bajarê Efrînê di bin navê avakirina dibistanan de hatine avakirin.
Tişta balkêş, hebûna ala Misirê li herêmê ye.
Ev yek dibe sedem ku gelek pirs xwe bidin der; gelo haya hikumeta Misirê ji vê yekê heye?
Misirê dizane ku ala wê li Efrîna dagirkirî hatiye rakirin?



