Fermandarê Pêşmergeyan Qadir Xoranî: Her 5 Pêşmerge bi balafireke Tirkiyê şehîd bûn

Fermandarekî Pêşmergeyan da xuyakirin ku her 5 Pêşmergeyên ku êrîşî qada gerîla kiribû, bi bombebaran balafireke Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye.

Fermandar Qadir Xoranî li ser malpera xwe Facebookê diyar kir ku “wesyîta zirxî ya Pêşmergeyan di dema ji aliyê balafira Tirkiyê ya bêpîlot ve hate bombebarankirin.

Li gorî gotinên Pêşmergeyên birîndar;

“şer hingê nebû û ji asîman ve darbe li wesayîta wan ketiye.”

Qadir Xoranî jî dibêje:

“Di nerîna min de, ev bombebaran ne ji aliyê Tirkiyê ve pêk hatiye. Bombebaran ji aliyê hin aliyan ve bi armanca ku herêmê tev li hev bikin pêk hatiye.”

Ji xwe ragihandina PDK’ê destpêkê ragihandibû ku, balafireke Enqereyê li wesayîta Pêşmergeyan daye, piştre; nûçeya xwe, bixwe derewand.

Back to top button