Nasnameyên 2 endamên Erka Xweparastinê hat eşkerekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê bi merasîmekê nasnameya 2 endamên Erka Xweparastinê ku şehîdbûne eşkere kir.

Endamên Erka Xweparastinê Hisên El-Şêx û Beşar El-Ferec dema erka xwe pêk dianîn şehîd bûn.

Ji bo eşkerekirina nasnameya her du şehîdan Meclisa Malbatê Şehîdan merasîmek xiyabî li dar xist.

Merasîm li goristana Şehîdan a navçeya Şedadê bi tevlibûna bi dehan ji şêniyên navçeyê hat lidarxistin.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn bang li şêniyan kirin ku li hember êrîşên Tirkiyê bibin yek da ku destkeftiyên şehîdan werin parastin.

Di dawiyê de nasnemeyên her du şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Back to top button