Parlementoya Iraqê biryar da ku di rûniştina xwe ya yekşemê de dagirkeriya Tirkiyê bixin rojev, da helwestek hevpar derkeve.
Parlamenterê Koma El-Fetih a Parlamentoya Iraqê Mehemed El-Beldewî ragihand ku wê parlamento di rûniştina xwe ya roja yekşemê de êrîşên dewleta Tirk gotubêj bike.
El-Beldewî diyar kir ku pêwîst bû mijar di rûniştina duh a parlamentoyê de bihata nîqaşkirin, lê ji ber ku hinek aliyên siyasî di rûniştinê de ne amade bûn, mijar hat bipaşxistin.
El-Beldewî destnîşan kir ku di rûniştina roja yekşemê de, eger pirsgirêk dernekevin, wê mijara dagirkeriyê bibe rojev û were nîqaşkirin.