Rapora derbarê mafên karkeran

Li gorî endeksa mafên cîhanê ku her sal ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Navneteweyî ve tê ragihandin, Tirkiye di nava 10 welatên ku şert û mercên herî xerab ên karkeran lê hene de ye.
Li gorî raporê, bi salan e li Tirkiyê maf û azadiya karkeran rastî êrîşan tên.
Her wiha di raporê de hat gotin li 6 welatan 22 sendîkavan hatin kuştin.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Navneteweyî raporek derbarê karkeran de parve kir.

Li gorî rapora Konfederasyona Sendîkayan ji bilî Tirkiye, Bangladeş, Belarûs, Ekvador, Eswatinî, Fîlîpîn, Guatemala, Misir, Myanmar û Tûnis welatên din ên ku di warê mafên karkeran de statuya herî xerab de ye.

Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî ji 167 welatan 191 mîlyon karkeran temsîl dike.

Endeksa Mafên Gerdûnî ya ku ji aliyê saziyê ve hatiye amadekirin, li gorî peyman û hiqûqa Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî bi 97 nîşanan 151 welatan dinirxîne.

Di mafê karkeran de Tirkiyê di rewşa herî xerab de ye

Tirkiyê ji sala 2016’an vir ve di warê mafên karkeran de di nav 10 welatên herî xerab ên cîhanê de cih digire.

Li gorî raporê, bi salan e li Tirkiyê maf û azadiya karkeran rastî êrîşan tên.

Di raporê de tê gotin ku li Tirkiyê maf û azadî tên binpêkirin, sendîka û endamên wan bi awayekî sîstematîk bi sûcên derew tên darizandin.

Di heman demê de hat gotin ku kardêr “bi awayekî sîstematîk karkerên ku hewl didin bikevin sendîkayan ji kar derxistine, dijminatiya sendîkayan dikin.”

Par li seranserê cîhanê 22 sendîkavan hatin kuştin

Piştî raporê Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Navneteweyî Luc Triangle got:

“Endeks ev 11 sal in li her herêma cîhanê bi lez kêmbûna mafên karkeran nîşan dide.”

Êrîşeke bênavber li dijî mafên karkeran û kedkaran tê kirin.”

Li gor raporê par li Bangladeş, Kolombiya, Guatemala, Hondûras, Fîlîpîn û Koreya Başûr bi tevahî 22 sendîkavan hatin kuştin.

Digel ku tenê li Romanya û Brezîlyayê başbûnek qismî hate dîtin, hate destnîşankirin ku li Fînlandiya, Îsraîl, Swîsre, Qatar, Kirgizîstan, Kosta Rîka, Madagaskar, Meksîka, Nîjerya, Rusya, Erebîstana Siûdî û Sûdanê asta mafên karkeran xirabtir bûye.

Back to top button