Hevdîtinên Amerîka û Îsraîl

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant li Amerîkayê derbarê rewşa şer a li Xezayê û rageşiya li Lubnanê de bi berpirsên payebilînd ên Amerîkayê re hevdîtin pêk anî.
Yoav Gallant gef li Hemas û Hizbullahê xwar û diyar kir ku şerê Israîlê ne ji bo xelkê Xeza û Lubnanê ye, lê Hemas û Hizbullah û alîgirên wan dike armanc.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant bi Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken, Rêveberê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) William Burns û Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin re hevdîtin pêk anî.

Çavkaniyên Qesra Spî diyar kirin ku Gallant ji berpirsên payebilind ên rêveberiya Amerîkayê temînat standiye ku di egera şerekî bi Hizbullahê re Amerîka dê piştgiriya leşkerî bide Îsraîlê, lê di rewşeke wiha de dê Amerîka hêzên xwe li qadê bi cih neke.

Yoav Gallant bi Jake Sullivan re hevdîtin kir

Gallant di hevdîtina xwe ya duh danê sibê li Qesra Spî bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan re ku zêdetirî 2 saetan dewam kir, geşedanên di derbarê şerê li Xeza, pêşniyara Serok Biden a agirbestê, serbestberdana girtiyên di destê Hamasê de nirxand.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Îsraîlê hat dayîn, Gallant bal kişand ser biryardariya Îsraîlê ya wergirtina girtiyan.

Gallant gef li Hamasê xwar ku eger ew pêşniyara Biden a ji bo agirbestê û pevguhertina girtiyan ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin qebûl neke, dê rastî encamên xirab werin.

Gallant gef li Hemas û Hizbullahê xwar

Gallant her wiha gef li Hizbullahê jî xwar û anî ziman ku dê encamên xirab derbikevin.

Yoav Gallant teqez kir ku şerê Israîlê ne ji bo xelkê Xeza û Lubnanê ye, lê Hemas û Hizbullah û alîgirên wan dike armanc.

Li ser daxwazên Amerîkayê yên ji bo hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî bo Xezayê, Gallant soza vê yekê da.

John Kirby: Amerîka hewl dide rêyên dîplomatîk bibîne

Li aliyê din John Kirby duh di pêwendiyek konfêransê de ji rojnamevanan re got:

“Rêveberiya Amerîkayê hewl dide rêyên dîplomatîk bibîne ku rê li şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê li Lubnanê bigire.

Ji ber ku ev yek wê ne di berjewendiya tu kesî de be, ya herî kêm wê ne di berjewendiya gelê Îsraîlê de be.

Lê wek me gelek caran gotiye, em ê li kêleka Îsraîlê bin.”

Kirby: Alîkariya me ya ji bo Îsraîlê nayê guhertin

Kirby teqez kir ku ewê ji bo parastina Îsraîlê çi pêwîst bike bikin û got:

“Ger rêyek hebe ku rê li ber êrîşên zêdetir li ser Îsraîlê bigire, em ê bikin. Alîkariya me ya ji bo Îsraîlê nayê guhertin.

Em naxwazin eniyek vekirî ya duyemîn li bakur were dîtin, em dixwazin bibînin ka em dikarin bi proseya dîplomatîk aloziyên li wir çareser bikin.”

Back to top button