Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê jî êriş bi tundî şermezar kirin..
Bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê hat kirin ku destwerdanê bikin û sînorekî ji êriş û sûcên dewleta Tirk re deynin.
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk duh seat derûdora 15:20’an de careke din li bajarê Kobanê erebeyeke sivîlan bombebaran kir.
Di encama vê bombebarana ku li pêşiya Meclisa Edaletê ya Kobanê pêk hat de 2 sivîl şehîd bûn û sê kes jî birîndar bûn.
Rêveeriya Xweser ya Herêma Firatê êriş şermezar kir û balkişandin ser bêdengiya hêzên li herêmê..
Li ser navê Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê jî daxuyaniya şermezarkirina êriş hat dayîn.
Daxuyanîyê de wiha hat gotin:
“Ev kiryareke terorîst e û dewleta Tirk bi vê êrişê hemû qanûnên navneteweyî binpê kir. Em bang li saziyên hiqûqî û mirovî û saziyên nanveteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku destwerdanê bikin da ku sînorekî ji sûcên derexlaqî yên dewleta Tirk re deynin.”
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya herêma Firatê jî li ser vê êrişa hovane û dermirovî daxuyanî da..
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên domdar ên dewleta Tirk û hedefgirtina bajarê Kobanê û gundên wê û got:
Ev êrişên ser sivîlan tê wateya qebûlkirina van sûcan û hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin.
TEV-DEM’ê, bêdengiya navneteweyî û bi taybet a DYA û Rûsya ku garantorin û erkên xwe pêk naynin şermezar kir û bang li civata naventeweyî kir ku bi awayekî cidî bixebitin da ku sûcên dewleta Tirk rawestînin.
TEV-DEM`ê her wiha sersaxî ji malbatên şehîdan re û silametî ji birîndaran re xwest.