Li bajarê Minbic di erebeyekê de teqîn çêbû, di encamê de jinek û zarokek jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên dawî li çerxerêya Şehîdan a bajarê Minbicê di erebeyekê de teqînek çêbû.
Di encama teqînê de jinek û zarokek jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha 5 kes (3 jin û 2 mêr) birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajar.