Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Aram Hena ji bo van êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê bi giştî ragihand ku hêzên wan ji bo parastina herêmê mertalên xurt in û rê nadin dagirkirina tu devereke din.
Aram Hena eşkere kir ku ji destpêka meha Nîsana borî ve, pêla êrişan li dijî herêmê zêde bûye û bi vê yekê dixwazin gundan vala bikin û dagir bikin.
Berdevkê QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi balafirên xwe derverên herî ewle bombebaran dike û tê de welatî û navendên xizmetê dike armanc.
Hena ji hêzên navneteweyî xwest ku bi erka xwe rabin û van êrişên dewleta Tirk rawestînin.