Bi sedan welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî merasîma sersaxiyê ya Şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl bûn. Her wiha li bin konê sersaxiyê yê şehîd Zozan Zêdan jî soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Îro bi sedan welatiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdarî konê sersaxiyê yê şehîd Ranya Eta û Çiya Qendîl bûn.
Di bin konê sersaxiyê de axaftin hatin kirin û bal hate kişandin ser lehengiya şehîdên rûmetê.
Endamê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Yehya Mehmûd got: “Şehîd lehengên serdemê ne û bi tîpên zêrîn dîrokê dinivîsin û gel wê rêya wan bişopîne.”
Li bin konê sersaxiyê yê şehîd Zozan Zêdan soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn
Her wiha li bin konê sersaxiyê yê şehîd Zozan Zêdan jî ku li Minbicê hatibû vedan di roja duyemîn de bi dawî bû.
Cigîra hevserokatiya Komîteya Hundirîn Rana Bişmav li bin kon axivî û got: “Îro rûyê rastîn ê dewleta Tirk eşkere bû ku navendeke zarokan kir armanc û di encamê de 4 keç şehîd bûn.”
Endama Nivîsgeha Jinan a PYD’ê Rîm Derwîş jî axivî û bêdengiya saziyên parastina mafên zarokan rexne kir.



