Kongra Star û Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê bi daxuyaniyan, Şehîdxistina Hevesroka nivîsgeha karûbarên Dad û Lihevanînê ya herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan, şermezar kirin.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk pêşengên civakê dike hedef û got:
“Bi vê yekê dixwazin tirsê bixin dilê gelên herêmê yên ku di şoreş û mafên xwe de bi îsrar in.
Kongra Star êriş şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest got:
“Em dewletên navnetewî weke şirîkên dewleta Tirk dibînin.
Bila her kes zanibe ku jina birêxistinkirî û perwerdekirî tune nabe û dawî li jiyana wê nayê.”
“Êrîşên deweta Tirk xizmeta DAIŞ û şaneyên wê dike”
Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê jî bi daxuyaniyek da û wiha got: “Ev êriş dikeve xizmeta çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wê.
Em terora hikumeta AKP’ê li dijî gelê me yê sivîl yê li herêmên Rêveberiya Xweser şermezar dikin.
Bêdengiya civaka navneteweyî û di serî de hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên tevî QSD’ê şerê DAIŞ`ê kirin, lê tevî wê jî binpêkirina rêgezên NY’yê ji aliyê Tirkiyê ve temaşe dike, şermezar dikin.”