Mezlûm Ebdî: Em ê rê nedin ku bûyerên wiha dubare bibin

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bûyera xeniqîna 10 penaberên Sûrî li Cezaîrê bi trajediyekê bi nav kir û piştrast kir ku ew ê rê li ber dubarebûna van bûyeran bigirin.

Cenazeyên 10 penaberîn sûrî yên li Cezaîrê xeniqîbûn doh gihaştin balafirgeha Beyrûtê.

Ev cenaze ji aliyê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî yê Lubnanê ve hatin wergertin.

Û îro dê bighêjin Minbicê.

Derbarê vê mijarê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê mijarê de Twitterek avêt.

Mezlûm Ebdî dibêje ji ber êrişên dewleta Tirk ên rojane sivîl û koçber jiyana xwe ji dest didin û got:

”Bûyera herî dawî ya xeniqîna xelkê Rojava li Cezaîrê trajedî bû.

Divê Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe hewl bide pêşerojekê baştir ji xelkê herêmê re peyda bike.

Ebdî piştrast kir ku ew ê rê li ber dubarebûna van bûyeran bigirin û hemû qaçaxçiyan muhasebe bikin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê banga vegerê li hemû penaberên ku asê mane kir û soz da ku ew ê ji bo vegera wan alîkar be.

Mezlûm Ebdî bang li civaka navneteweyî jî kir ku alîkariya xelkê herêmê bike da rewşa wan baş bibe.

Back to top button