Berdevka Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Bêrîvan Firat eşker kir ku ji bo parastina Saziyên Kurdan û komeleyên wan serî li Wezareta Karên Hundir û Waliyê Parîsê hatiye dayîn û got: “Eger serlêdan li ber çavan hatibûya girtin, ev komkujî pêk nedihat.”
Berdevka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Têkiliyên Derve Bêrîvan Firat eşker kir ku wan beriya 3 hefteyan ji bo wergirtina tedbîrên ewlekariyê yên sazî û komeleyan kurdan aliyên peywendîdar ên Fransa agahdar kirine û got: “Her tim êriş li saziyên me tên kirin.
Ev êriş bi taybetî weke provokasyon, şikandin û tirsandin in.
Me ev êrîş, 3 hefte beriya komkujiya 2’yemîn a Parîsê hem bi belgeyên nivîskî hem jî bi hevdîtinên rû bi rû ji aliyên berpirs ên Fransa re ragihand.
Di van hevdîtinan de me agahî parve kir ku wê ji bo komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin û bi vê armancê civîn bên kirin.
Me rast e rast ji Walitiya Parîsê re ragihand ku wê di 4-7-9’ê çileyê de çalakî bên lidarxistin.
Heta me destura çalakiyên ku di van dîrokan de bên lidarxistin jî wergirt û ji me re gotin ku wê ewlekarî bê girtin.”
Berîvan Firat, anî ziman heger hevdîtinên me yên berê li ber çavan bihata girtin, komkujî pêknedihat û got:
“Dizanin Komkujiya 2’yemîn a Parîsê ne nijadperest û cuda ye.
Bi vê êrîşê re civaka Kurd hedef hat girtin. Êrîşkar jî îtiraf kir. Wî bixwe got ku dixwaze kurdan bike hedef û bikuje.
Ji bo vê jî divê lêpirsîn bi hemû rastiya xwe were eşkerekirin û di çarçoveya terorê de li ber çavan were girtin.”



