Li hember sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrînê pêk tînin, Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’ê jî di nava çalakiyan de.
Di encama çalakiyeke HRE’ê li dijî Feyleq Elşam de zêdetirî 7 çete hatin kuştin.
Duh bi şev Hêzên Rizgariya Efrînê êrişî nuqteyên Feyleq Elşam ên li Şêrawayê kirin û çalakî pêk anîn.
Di encama şerê di navber HRE’ê û çeteyan de zêdetirî 7 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Her wiha çeperên çeteyan bi temamî hatin rûxandin.
Li gorî agahiyan nasnameya du çeteyên Feyleq Elşam hatiye naskirin ew jî wiha ne:
Sair Derbas û Yûsif Elreceb in.
Li gorî Efrîn Post piştî şerê di navbera HRE’ê û çeteyên Feyleq Elşam de karwanekî çeteyên dewleta Tirk ber bi xetên sînorê Şêrawayê ve hatin şandin.