Çalakvanê mafê mirovan Hebîb Abid diyar kir ku dewleta Tirkiyê dixwaze xaka Iraqê dagir bike.
Çalakvanê mafê mirovan ê Iraqê Hebîb Abid derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê de, ji Rojnews re axivî.
Hebîb Abid da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî serbest operasyonên xwe yên terorîstî li Herêmên Başûrê Kurdistanê pêk tîne.
Di dewama axaftinê de Hebîb ragihand ku dewleta Tirk bi agahdariya Hikumeta Iraq û civaka navnetewî xelkê sivîl û gundan dike hedef û got:
“Li hemberî vê ti bertek nayê nîşan dan. Tirkiye ji bo kontrolkirin û dagirkirinê li Iraqê êriş dike. Pêwîste hikûmeta Iraqê helwesteke cidî nîşan bide û giliyê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî bike.”