Saziya Dije-Terorê ya Iraqê ragihand wan serçeteyekî DAIŞ’ê girtiye.
Saziya Dije Terorê ya Iraqê der barê mijarê de daxuyaniyek belav kir.
Dije-Terorê Iraqê ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê yê hatî girtin, Ehmed Xelef Menme ye.
Hat eşkerekirin ku ev serçete bi navê Ebu Ehme tê naskirin û weke serkirdeyê wîlayeta Cezîre yê DAIŞ’ê dihate pênasekirin.
Tevgera DAIŞ’ê dema dawî li Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye, li beramberî vê, xebat û operasyonên li dijî wê jî hatine zêdekirin.