KNK’ê ragihand ku di salvegera 32’an a Raperîn de bal kişande ser metirsiyên li ser destketiyên gelê Kurd û banga parastina wan li hêzên Kurdistanî kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 32’an a serhildana Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.
KNK’ê diyar kir raperîna bihara 1991’an, guherîneke mezin bû di dîroka Kurdistanê de û ev yek got: Ew serhildan bû cihê hêviya hemû parçeyên Kurdistanê û di her derê Kurdistanê hat destekkirin.
Serhildanê parlament û hikûmeta herêma Kurdistanê li pey xwe anî û bûne destketên neteweyî di dîrokê de.
Xelkê Kurdistanê bi giştî ji bo van destketiyan şa bûn û di şert û mercên pir zehmetî û hejariyê de parastin.”
KNK’ê îşaret bi dewama êrişên li dijî gelê Kurd û deskefiyan kir û got: Divê bi her awayî ev destkeftî bêne parastin û pêşve birin. ”
Di dawiyê de Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK salroja raperîna gelê Başûr a li dijî rejîma Baasê pîroz kir û ji bo parastina destketiyan bang li hêzên Kurdistanî kir.