Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyani wiha ye;
“Di 15’ê Gulana 1932’an de bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir.
Ji sala 2006’an ve roja destpêkê ya damezirandina kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Zimanê Kurdî di sedsala ewil a komarê de her û her rastî polîtîkayên qedexekirin û bişaftinê hatiye.
Lê belê bi tekoşîna gelê Kurd a sedsalê; polîtîkayên qirêj ên deshilatdaran têk çû.
Em bawer in ku ev tekoşîna bi her alî di sedsala duyemîn a komarê de dê encaman bide.
Bi hêza gelê xwe em ê tekoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe bênavber û bêwestan mezintir bikin û em ê teqez bi ser bikevin.
Cejna Zimanê Kurdî li hemû dildar û kedkarên zimanê Kurdî û li hemû gelê Kurd pîroz dikin.”



