Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dike.
Doh û îro dagirkeran gundên bakur û rojhlatê Sûriyê kirin hedefa êrişên xwe.
Artêşa Tirk îro jî gundên herêm da ber topan.
Dagirkeran gundê Dirdara û Qibur El Qeracine yên girêdayî navçeya Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin.
Doh jî Artêşa Tirk a dagirker gundê Mezin ya navçeya Şêrewa a herêma Efrînê Topbaran kir.
Her weha dagirkeran di navbera gundê Kulotiyê û gundê mezin bi zêdetirî 30 guleyên hawanê topbaran kir.