Şêx Mihemed Saqid El Isêdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide fitneyan derxe û vîna pêkhateyên herêmê tune bike da ku dagir bike û wiha got:
“Bi hevgirtinê me dagirkeriya Fransî derxist û em ê dewleta Tirk a dagirker jî derxin.”
Şêxê eşîra Binî El Isêdî û berdevkê rûspiyên Minbic û gundewarên wê şêx Mihemed Sadiq El Isêdî têkîldarî rola pêkhateyan a li dijî dagirkeran axivî.
El Isêdî diyar kir ku rola eşîr û pêkhateyan di rizgarkirina xaka Suriyê ji dagirkeriyên Osmanî û Fransî de mezin bû û wiha got:
“Şêniyên herêmê li dijî dagirkeriyê sekinîn û bi yekitiyê dagirkerî bi dawî kir û ji xaka xwe derxist.”
El Isêdî bal kişand li ser hevgirtina gelan û got: “Em ê bi hevgirtin û fikra netewa demokratîk li hember plana dewleta Tirk a dagirker bisekinin.
Şêx Mihemed Sadiq El Isêdî destnîşan kir ku ji bo Suriya pirreng û nenavendî, pêkanîna jiyanek hevbeş divê têkoşînê bidomînin.