Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Ewropa jî bi çalakiyan hatin bîranîn.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ve hatin rêxistinkirin.
Di çalakiya li Viyanayê de sînevîzyona li ser berxwedana şehîdên Rojiya Mirinê hatin nîşandan.
Di tê de banga tevlîbûna meşa girseyî a 22’ê Tîrmehê hat kirin.
Li Londonê jî bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin.
Li ser navê KOMAW’ê Alî Poyraz derbarê berxwedêrên rojiya mirinê de axivî.
Alî Poyraz balkişand ser berxwedan û helwesta jiyanê ya Alî Çîçek û weke sembola ciwanan bi navkir.
Piştre ji aliyê endamên TCŞ’ê ve helbest hatin xwendin.