Bi boneya salvegera 11’an a şoreşa 19’ê Tîrmehê Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û YPG’ê jî daxwiyaniyên cud dan û got:
“Em ê di oxira doza azadiya gelê xwe de her dem li pey van nirxên xwe yên pîroz bin..
Ji bo mayîndekirina şoreşê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî bi peyamekê ev roj pîroz kir.
Mezlûm Ebdî tekez kir ku em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bi heman armacê daxwiyaniyek da ..
YPG’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava derbeyeke mezin li dijminên şoreşê daye û got:
“Ev şoreş planên hêzên hegemon serûbino kirin.
Plana mezin a destwerdana Rojhilata Navîn rastî têkoşîna tevgera azadiyê û raperîna gelan hat.
Di serî de dewleta Tirk, bandora şoreşa Rojava tirs û xofeke mezin xist dilê hêzên hegemon. ”
YPG: YPG’ê û YPJ’ê ji bo parastina herêmê bûn mertal
Fermandariyê piştrast kir ku YPG’ê û YPJ’ê ji bo parastina herêmê bûn mertal ..
Bi vî rengî rê li ber armancên hêzên berjewendîperest ên dagirker hate girtin.