Li çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê di navbera artêşa Iraqê û hêzên PDK’ê de şer derket.
Di encamê de pêşmergeyek hate kuştin, 3 pêşmerge û 6 leşkerên arteşa Iraqê jî birîndar bûn:
Hate ragihandin şer ji ber cihên ku HPG’ê valakirine derketiye.
Li gor agahiyên walitiyê dane, di encama pevçûnê de pêşmergeyek PDK’ê hatiye kuştin û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Her wiha ji artêşa Iraqê jî 6 leşker birîndar bûne û birîna du ji wan girane.
Hat ragihandin hinek gule jî li nava xaniyên welatiyên wargeha Mexmûrê jî ketine.